Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 3ê Kanûnê 2018 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, pêşî çend ser nûçeyên me.

&- Parlementerên HDPyî di meclîsê de dest bi greva birçîbûnê dikin.

&- Girtiyên li girtîgeha Gîresûnê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin.

&- Walîtiya Tirk ya li Bedlîsê, li navçeya Hîzanê qedexeya derketina derve ragihand.

&- Di encama çalakiyên gerîlla yên di nava 2 rojan de 8 leşker, 4 tîmên îstîxbaratê û kontrayek hatin kuştin.

&- Derheqê 48 çawûşên pispor ên Artêşa Tirk ku nexwestina tevlî beşê dûyemîn ê operasyonê bibin, doz hate vekirin.

&- Hêzên çekdar yên desthilatdarên Başûrê Kurdistanê, doh jî li Germiyan avêtin ser buroya Tevgera Azadî û endamên Tevgerê, bi darê zorê derxistin û ofîs girtin.

&- Hindekarê Zanîngeha Kolombiya Prof. Davîd Phîlîps, di ‘Forûma Guherîna Demokratîk û Paqijiya Etnîk ya li Efrînê’ de, axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê sûcê mirovahiyê kiriye.