Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 4ê Çile 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Bûltena me ya rojê dest pê dike, niha jî çend ser nûçeyên me..
&- Rayedarên Dewleta Tirk, îro jî serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din yên li Imralî, bi behanyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.
&- Berxwedana Leyla Guven ya li zîndana Amedê, li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di roja 58’an de dewam dike.
&- Dayika Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDPê Leyla Guven, Cevriye Guven çû ser dilovaniya xwe.
&- Li Navçeya Colemêrgê Şemzînanê, Hêzên Gerîlla, bi balafirên bê mirov yên bombebarkirî, li dijî alaya Rûbarok ya Artêşa Tirk ya dagirker êrîş pêk anî.
&- Li Îdir û Amedê li dijî qereqolên Artêşa Tirk çalakî pêk hatin. Di çalakiyan de eskerek hat kuştin, 2 esker jî birîndar bûn.
&- Di mijara komkujiya Parîsê û şehîd kirina 3 jinên Kurd yên şoreşger pêvejoyek nû dest pê kir.
&- Berdevka Kongreya Star Evîn Swêd diyar kir ku ew amadekariya Kongreya Jinên Rojhilata Navîn dikin.
&- Konseya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) diyar kir ku wê mîsyona pêşengiya jinên şoreşger were xûrtkirin.
&- PDK’ê bi operasyonekê li Hewlêrê endamê rêveberiya malbenda 3’an a YNK’ê destgîr kir.