Îro 5’ê Sibatê 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12.00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin lê pêşî çend ser nûçeyên me..
&- Berxwedana mezin û dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 90î de. .
&- Li Elmanya bajarê Kasselê, 2 kesên din dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kirin.
&- Walîtiya Tirk ya li Amedê, li navçeyên Lice û Pasûrê, li 17 gund û gundikan derketina derve qedexe kir.
&- Parlamentera Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) Martîna Renner, da zanîn ku ji bo daxwazên çalakgeran li Elmanya û Ewropa werin qebûlkirin, ewê hewil bidin.
&- Li Girtîgeha Xarpêtê, her ku diçe, zext û zora li ser çalakvanên Berxwedana Dirokî zêde dibe.
&- Xelkê Mexmûrê peyamek piştgiriyê ji Hevserokê KCDê Leyla Guven re şand
&- Li Şingalê goreke din a komî ku çeteyên DAÎŞ’ê pêk anîbû hate dîtin.
&- Şevê din li Duhokê agir bi konê malbetekî koçber ket.