Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 6’ê Sibatê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12.00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend ser nûçeyên me…
&- Berxwedana mezin û dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 91 emîn.
&- Walîtiya Tirk ya li Amedê, bi fermanek nû, hin qedexeyên derketina derve rakirin, hin qedexeyên derketina derve yên nû ragihandin
&- Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Dr. Bahoz Erdal derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan de diyar kir ku di dîroka mirovahiyê de mînakek vê kiryara faşîzan tune ye, zindanên Gûantanamo û Ebû Garîp jî ne wisa ne.
&- Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perwîn Buldan, di civina koma partiya xwe ya meclîsa Tirkiyê de axivî û bal kişande li ser rewşa Îmralî û çalakiya Leyla Guven.
&- Berxwedana greva birçîbûna bi sedan dîlên azadiyê, li zîndanan û li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan, di roja 53an de dewam dike.
&- Gerilla Hacer Halîl Yusuf, ji Efrînê ye, 24 sal in di zindanên Tirkiyê de girtî ye, herî dawî li Girtîgeha Jinan ya Gebze, Tîpê M tê girtin û 52 roj in, di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ye.
&- Guler Tûnç, berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin û got: Berî ku şehadet çêbibin, divê em destekek xurt bidin çalekgeran.