Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 7ê Mijdar 2018 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja bûltena me ya rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me

&- Rayedarên Dewleta Tirk, îro jî bi behaneyên pûç û ne rast, serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.

&- Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku di girtîgehê de ye, ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kir.

&- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê, biryara Emerîka ya ji bo sê rêber û şoreşa Kurd û têkoşîna Azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan şermezar kir.

&- HPG’ê ragihand ku di çalakiya gerîlla ya di 5ê Mijdarê de herî kêm 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, li Zapê jî dronayek hate xistin.

&- Navenda Ragihandina QSD’ê, diyar kir ku di êrîşa li hecînê de 49 çeteyên DAIŞê hatin kuştin.