Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat ev dem û hemû demên we xweş.

Îro 07ê Kanûnê 2018 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend ser nûçeyên me…

& Rayedarên Dewleta Tirk, îro jî serlêdana 811emîn a Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Îmralî red kirin.

&- Tecrida giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, doh jî li gelek welatên Ewropa, bi çalekiyên cûda hate şermezar kirin.

&- Navenda Ragihandina HPG, diyar kir ku, Hêzên Gerila, li dijî leşkerên Artêşa Tirk ya dagirker ên li ser Girê Lelkanê, çalekî pêkanîn û 4 leşkerên dagirker hatin kuştin

&- Di Konferansa Kurd, ya navneteweyî ku li Parlementoya Ewrûpa, hate gotin ku, li Rojhilata Navîn, Kurd yekane alternatîf in.

&- Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku di encama çalakiyên şervanên YPG/YPJê de, li Efrînê 3 leşkerên Tirk yên dagirker û 2 çeteyên wan hatine kuştin.

&- Şervanên QSD’ê , li Hecînê, 300 sivîlên din jî, ji destên çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.

&- Li Nisêbînê, rejîma faşîst a AKPê, destûr nade malbatan ku cenazeyên xwe di goristanan de veşêrin.

&- Li gelemperiya Cîhanê di qezayên trafîkê de 1mîlyonek û 350 kezar kes mirin