Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 8ê Çile 2019 SEŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gohdarên hêja emê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend ser nûçeyên me….
&- Birayê Rêberê Gelê Kurd Andullah Ocalan, Mehmet Ocalan û Biraziyê wî Al Ocalan, bi zimanekî hevbeş gotin: Ji bo dengê çalekgerên di greva birçîbûnê de bigihê raya giştî ya cîhanê, divê hê bêhtir têkoşîn bê kirin.
&- Leyla Guven, di roja 62mîn ya greva biçrîbûna bê dem û bê dorveger de, got: Ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, divê em dengê xwe bi têkoşînê bilind bikin.
&- Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Efrîqa Başûr Lechesa Tsenolî qala kampanya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: Tiştê ji bo azadiya Mandela hatiye kirin, divê ji bo azadiya Ocalan jî were kirin.
&- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê silav kir.Besê Hozat got ev çalakî li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê sekneke Apoyî ye.
&- Endama Komîteya Zindanan ya PAJK’ê Gulê Amed, diyar kir ku Leyla Guwen, şopdara jinên Kurd yên Berxwedêr e û got: Berxwedana Leylayan wê rê li ber serketinê vekê.
&- Li zindanên dewleta Tirky a dagirker, berxwedana dîlên azadiyê her roj mezintir û berferehtir dibe.
&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji bo têkoşîna Fermandarê Eyaleta Dêrismê Çetîn Serhat got; hevrêyê me di nava gerîlatiya 25 salan de timî li pêş bû.