Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 8’ê Sibatê 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12.00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin lê pêşî çend ser nûçeyên me.
&- Berxwedana mezin û dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 93mîn.
&- Delagasyona Aştiyê ya Navnetewî ya Imraliyê di navbeyna 11-16’ê Sibatê de li Kurdistanê û Tirkiyê wê têkiliyan deyne.
&- Belgeya ku TV´ya Misrê weşand, nîşan dide ku plan û tunekirina gelê Kurd, xala sereke ya rojeve dewleta Tirkiyê ye.
&- Li girtîgehên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê bi sedan dîlên azadiyê, li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di çalakiya berxwedana mezin a greva birçîbûnê de ne.
&- Balafir û helîkopterên şer ên artêşa Tirk a dagirker, Herêma Zê û li Girê Amêdiyê yê Dihokê bombe kirin.
&- Navenda Ragihandina YPGê bîlancoya şer a li hemberî çeteyên DAÎŞê û hevkarên wê MÎTa Tirk hatine lidarxistin ragihand.
&- QSD li Dêre Zorê, ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ’ê amedekariya operasyona dawî dike.