Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 9ê Mijdar 2018 IN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja bûltena me ya rojê dest pê dike, niha jî çend ser nûçeyên me .

&- Rayedarên Dewleta Tirk, doh jî bi behaneyên pûç û ne rast, 803emîn serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.

&- Hêzên Gerîlla, li herêma Berzan û Sîdekanê li dijî artêşa dagirker a Tirk çalakî lidar xistin. Herî kêm 15 leşker hatin kuştin.

&- Hêzên Artêşa Tirk a dagirker, li gund û mezrayên Lîceyê operasyona berfireh kirin û niha jî amadekariyan dike ku li herêma Cudî operasyoneke berfireh bide dest pê kirin.

&- Tevgera Jinên Kurd Yên Ewropa (TJK-E), bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li pêşiya Konsolosxaneyên Emerîka û li navendên Ewropa çalekiyan li darbixin.

&- Girtiyên Girtîgeha Tîpa M ya Manîsayê ragihandi ku êşkence li wan tê kirin.