Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 11ê Çile 2019 IN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me….
in.
&- Zêdetir ji 100 kesên wek nivîskar, siyasetmedar û rojnamevanên li cîhanê navdar, ji bo bi dawî kirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û girtiyên siyasî bang kirin.
&- Parêzera Leyla Guwen, Gulşen Ozbek diyar kir ku, rewşa Leyla Guwen ya tenduristiyê di astek krîtîk de ye.
&- Prof. Dr. Norman Pêg diyar kir ku, tecrîdkirina Rêber Ocalan, li dijî hemû nirxên mirovahî hiquq û peymanên navneteweyî ye û got: Bêdengiya dewletên Ewropa jî nayê qebûl kirin.
&- Gerîllayên HPG û YJA Starê li Colemêrgê li dijî artêşa dagirker a Tirk çalakiyek pêkanîn.
Navenda Ragihandina HPG’ê nasnameya 6 Gerîlayên li herêma Serhedê şehîd bûn eşkere kir.
&- Endamê Konseya Rêvebir ya KCK’ê Xebat Andok, tifaqa li dijî faşîzma Hîtler bi bîrxist û got: Divê li dijî Erdogan-Bahçelî, tifaqa eniya demoktaîk û şoreşger çêbibe.
&- Wezîrê Karê Derve yê Emerîka Mike Pompeo li dijî biryara Donald Trump a vekişîna ji Suriyê derdikeve.
&- Di sala 2018’an de Elmanya bi qasî 200 milyon Eûro çek firotiye Tirkiyê.