&- Îro salvegera Çalakiya destanî ya greva birçîbûnê ya dîrokî ye ku liu zîndana Amedê faşîzma 12ê Îlonê têk bir û rûmeta mirovatiyê gîhand serfiraziyê.
Pêşengên tevgera azadiya Kurdistanê, li zîndana Amedê ya tarî ku faşîzma 12ê Îlonê dixwest rûmeta mirovatiyê bişkînin û îşkenceyên herî hovane li girtiyan dikirin, di 14ê Tîrmeha 1982an de dest bi greva birçîbûnê kirin.
Di vê berxwedana destanî ya ku di encamê de Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz şehîd bûn, baweriyeke nû ya azadiyê hate afirandin û çanda berxwedanê êdî weke kevneşopiyeke girîng a têkoşîna azadiyê hate bi cîhkirin.
Berxwedan jiyane, jiyan berxwedan e weke felsefiya jiyana Kurdê hemdem ê bi paradîgmeya Rêber APO, di nava şert û mercê herî zehmet a weke Zîndana Amedê de şênber bû.
Ev kevneşopiya berxwedanê û ev şêwaza jiyana bi rûmet, bi çandeke têkoşînê.
Bi vê çanda têkoşînê di serî de li Zap, Metîna û Avaşînê, li çiyayên Kurdistanê, dîsa li zîndanên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê, li Rojava, li Şingal û Mexmûrê Kurd jiyaneke nû ava dikin.
Em jî weke xebatkarên Radyoya Dengê Welat, bi slogana “Berxwedan jiyane” ya şehîdên nemir, di serî de Şehîdên çalakiya mezin a rojiya mirinê û tevahiya şehîdên azadiyê bibîrtînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin .
Weke çapemenî em jî soza xwe dûbare dikin ku di rêya heqîqet û rastiyê de, weke çapemeniya azad kar bikin.