Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 15ê Çile 2019 SÊŞEMÎ

Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me….

&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan, ji bo sibe biçin Imraslî serî, li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan.

&- Leyla Guven, ji JinNewsê re mesajek şand û got; Daxwazên me rewa ne, heta ku ev daxwaz werin qebûl kirin, bila tu kes ne li bendê be ku, em ê çalakiya xwe bi dawî bikin.

&- Çalekgerê greva birçîbûna li Hewlêrê Nasır Yağız, nameyek ji çalekger û raya giştî re şand û got: Heta ku tecrîda li ser Rêbertî ranebe û mercên wî jî neyên baş kirin, ez ê bi moralek bilind û bi biryar çaklekiya xwe bidomînim.

&- Girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de, di dema sirgûnê de, gardiyanên faşîzma AKPê, êşkencê li wan kirin û parsûyê du girtiyan şkandine.

&- Saziyên LI bajarê Wanê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê, desthilatdariya faşîst ya AKP/MHPê şiyar kirin.

&- Partiya Komunîst ya Fransa, ji bo Leyla Guven bang li desthilatdariyên Ewropa kir ku bêdeng nemînin.