Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 15ê Tirmehê 2021 PÊNCŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Artêşa Tirk a dagirker li sê goşeye Xarpêt, Çewlik û Dêrsimê, amadekariyên tevgereke leşkerî dike, li Mêrdîn û Şirnexê jî dest bi tevgerên nû yên leşkerî kir.

&- Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê li ser nakokiyên di nava YNKê de derketine, daxuyaniyek da û got; Hêvî û baweriya me ew e ku krîza rêveberiya di nava YNKê de derketiye wê li ser bingeha berpirsiyariyên hiqûqa neteweyî werin çareserkirin.

&- Li herêmên Lîce û Bestayê şewata ku artêşa Tirk derxist, berdewam dike.

&- Hêzên YJA Starê di 14ê Tirmehê de çalakî li dar xistin, 4 dagirker hatine cezakirin û 2 çeper jî hatin rûxandin.