Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 16ê Çile 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin lê pêşî çend ser nûçeyên me…
&- Rayedarên dewleta Tirk îro jî, serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din yên li Imralî, bi behanyên pûç û ne rast re dikirin.
&- Çalakiya ‘Nobeta Ji Ocalan re azadî’, li Fransa bajarê Strasboûrgê, di hefteya 343’an de dewam dike.
&- Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, îro kete roja 70yî de.
&- Koordinasyona Giştî ya YPS, di 3emîn salvegera damezrandina YPSê de, daxuyaniyek da û got: Gelê me û gelên li herêmê di qonaxek dîrokî re derbas dibin.
&- Dewleta Tirk a dagirker ev demek e gefan li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwe. Malbatên şehîdan ên Dêrazorê li dijî dagirkerî û gefxwarinê meşek li dar xistin.
&- Berpirsiyarê Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl diyar kir ku, Tirkiye gefa herî mezin e li ser herêmê ye û got: Ne pêkan e ku ew ‘herêmeke ewle’ ya bi kontrola Tirkiyê de qebûl bikin.
&- Girtiyê nexweş Ûmût Beyaz ku çavekî wî nabîne, ji ber nayê derman kirin hindik maye ku çavê wî yê din jî kor bibe.