Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 20’ê Sibatê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend ser nûçeyên me…

&- Rayedarên Dewleta Tirk, îro jî serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan, û girtiyên din yên li Imralî, bi behanyên pûç û ne rats red kirin û hevdîtina li Imrlaî asteng kirin.

&- Berxwedana mezin û dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 105’mîn.

&- Li Strasbûrgê 14 berxwedêr, 66 roj in di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne û rewşa tenduristiya wan, roj bi roj girantir dibe.

&- Di konferasa hefteya bihurî de, li Kamara Lordan ya Parlamentoya Kralîyeta Ingilîstanê, biryar hate girtin ku Weqfa Demokrasîya Abdullah Ocalan werê avakirin.

&- Hêzên artêşa Tirk ya dagirker, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, Çiyayê Bagokê, operasyon da dest pê kirin.

&- Parlamentera Yekîtiya Ewrupa ya Îrlandayî Martina Anderson doh çû serdana Leyla Guven.

&- Li Zindanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 67 roj in berxwedana greva birçîbûnê heye.

&- Li Swîsre, platforma piştevaniya bi grevên birçîbunê re, bi tevlîbûna 17 rêxistinan hate avakirin.

&- Semînerên jineolojiyê, li Kolombiya bajarên Medellîn û Bogota dewam dikin.