Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 20ê Mijdarê 2018 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me.

&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, ji bo sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin, îro, 806emîn car serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan.

&- Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven, got: AKP neçar e hessasiyetên gelê Kurd li ber çavan bigire. Heke ev rewş dewam bike, wê AKPe xerab winda bike.

&- Endamê Komîteya rêveber ya PKK’ê Murat Karayilan got: PKKe bi têkoşîna 40 salî, wek hêviya gelan û demokrasî derkete holê.

&- KCDK-E bal kişande ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewropa û ji Yekîtiya Ewropa xwest ku demildest, navê PKKê ji lîsteya rêxisinên terorê derbixe.

&- Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di doza derbarê hevserokê berê yê dîlgirtî yê HDPê Selahatîn Demîrtaş de biryar da û got, divê Demîrtaş serbest were berdan.

&- Saziyên bajarên Wanê bi daxuyaniyekê bal kişandin çalakiya rojiya mirinê ya girtiyan ku di roja 65an de ye.

&- Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir, li navenda Efrînê li dijî nuqteyeke çeteyan çalakiyek pêk hatiye û di encamê de 3 çete hatine kuştin.