Rayedarên dewleta Tirk, serlêdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din yên li Imralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin.
&- Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 75mîn.
&- Walîtiya Tirk ya li Bedlîsê, li 43 gund û gundikên Bedlîsê, qedexeya derketina derve, ragihand.
&- Navenda Ragihandina HPGê, derbarê 5 gerîllayên ku di meha Mijdara sala 2018’an de li herêmên Heftanîn û Avaşîn şehîd bûn, ji raya giştî re eşkere kir.
&- ÎHDa Stenbolê, ji bo balkişandina rewşa parlementera HDP’ê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de, li Beyoglû panelek pêkanîn.
&- Parlamentera berê ya Herêma Kurdistanê Munîre Osman pitştgirî da çalakiya Leyla Gûven û got; Mînakên çalakiya Leyla Guwen li cîhanê kêm in.
&- Ji bo piştevaniya çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, pêr kampanya navneteweyî ya îmzeyan hat destpêkirin.
&- Parlementerê Goran ê li parlemena Iraqê diyar ki ku çênabe Tirkiye li ser xaka herêma Kurdistanê bimîne.
Niha jî berfirehiya nûçeyên me….