Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 21’ê Sibatê 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin lê pêşî çend ser nûçeyên me…
&- Berxwedana mezin û dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 106’mîn.
&- Kurdê bi navê Ûgûr Şakar, li Elmanya bajarê Krîefeldê, doh saet di 10.00’an de li pêşiya dadgehê, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe şewitand.
&-Komîteya Perwerdê ya KCK’ê bi daxuyaniyekê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir.
&- Ciwanê Kurd, Mehmet Alî Koçak, li Siwisre, Cinevê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kir.
&- Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî pêkanîn. Di çalakiyê de 3 çeteyên dagirker hatin kuştin.
&- Fermandariya giştî ya QSD’ê da zanîn ku şerê eniyê xelas bû, ji bo tunekirina DAİŞ’ê jî stratejiyek nû diyar kirine
&- Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlementorya Ewrupa pêşniyara sekinandina endamtiya Tirkiyê erê kir