Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 22ê Mijdarê 2018 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja emê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me…

&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, ji bo sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin, îro, 807emîn car serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan.

&- Gelê Şingalê bi meşekê tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara Emerîka ya li dijî rêveberên PKK û KCK’ê şermezar kir.

&- Welatiyên bajarokê Teqteq, ya naçeya Koyê, diyar kirin ku di Rojhilata Navîn de tenê PKK’ê şerê li dijî terorê kir.

&- Hiqûqnas Kerem Altiparmak, bal kişande ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya derbarê Demîrtaş û helwesta Erdogan ya weke “biryar me eleqedar nake” û got: Di milê hiqûqî de eleqeder dike. Min jî, te jî û Serokomar jî eleqeder dike.”

&- Wezîrê Parastinê yê Emerîka James Mattîs ragihand ku ew ê li ser sînorê Rojava ku dewleta Tirk gefê lê dixwe, noqteyên çavdêriyê ava bikin.

&- Polîs û cendirmeyên kontra yên dewleta Tirk bê perwa mirovan dikujin, welatiyê bi navê Sedat Polat ji aliyê polîsan ve hate kuştin.