Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 24ê Çile 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend ser nûçeyên me…

&- 50 Xelatgirên Nobelê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, nameyeke hevpar ji saziyên navneteweyî re şandin.

&- Balafirên şer yên dewleta Tirk doh bi şev, dîsa herêma Dêrelûk ya Başûrê Kurdsitanê bombarduman kirin.

&- Gelek rêxistinên çep yên Arjantînî, ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven nameyeke hevpar nivîsîn.

&- Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 78mîn.

&- Lîderê çepgir yê Fransa Mêlenchon li meclîsa neteweyî axaftinek kir û got; PKK ne rêxistinek terorîst e, ew şervanên azadiyê ne.

&- Parlamenterên HDPê, ji bo mîtînga 3’ê Sibatê ya li Stenbolê banga tevlîbûnê kirin û gotin: Em bibin dengê leyla Guwen.

&- Hêzên Rizgariya Efrînê, li Efrîn û Ezazê çalakî kirin, di encamê de leşkerekî Tirk û 3 çete hatin kuştin.