24ê Cotmehê 2018 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

&-Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo biçin grava Îmraliyê û hevdîtina muwekîlên xwe re pêkbînin, doh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û serlêdana wan hate redkirin.

&- Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi pêşengiya ciwanên şoreşger li bajarên Almanya Koln û Berlînê, Fransa û Swêdê hat şermezarkirin.

&- Komîteya Navendî ya PKK’ê civîna xwe ya salane ya asayî, destpêka Cotmehê pêk anî û bi navê “Tecrîdê bişkîne, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azad bike” kampanyayek da destpêkirin.

&- Hêzên gerîlla li Başûrê Kurdistanê, li girê Lêlkanê darbeyên giran li hêzên dagirker dan û di encama çalakiyê de yek jê fermandarekî payebilind, bi giştî 8 leşkerên dagirker hatin kuştin

&- Navenda ragihandin û çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî eşkere kir û ragihand ku bi kêmanî 29 çete hatine kuştin.