&- Alîkarê Hevserokên HDP’ê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy, gefên Erdogan ên li dijî Rojava nirxand û got Erdogan wekî Efrînê, dixwaze nîjadperestan li dora xwe kom bike û bi vî rengî bi serbikeve.

&- Walîtiya Tirk ya li Amedê, li 7 tax û gomên çolterên navçeya Lîcê qedexeya derketina derve ragihand.

&- Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCDê û Parlamentera HDPê Leyla Guven kete roja xwe ya 47 an, li Zîndana Xarpêtê çalakiya 6 girtiyên jin di roja 52an deye, li kampa Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 8emîn de didome û li Hewlerê koma 17mîn çalakiya greva birçîbûnê dewir girt û çalakiya Nasir Yagiz jî, di roja 33an de devam dike.

&- Li bajarê Qibris Lîmasolê ji bo balê bikişînin tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanya îmzeyan hate destpêkirin.

&- Hêzên rizgariya Efrînê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê dane çalakiyên xwe zêde dikin.

&- Hunermendên Teatro û sinême, yên Tirkiyê Metîn Akpinar û Mûjdat Gezen hatin binçavkirin.