Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 25ê Çile 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja emê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend ser nûçeyên me…
&- Hevseroka Giştî ya KCD’ê û Parlamentera HDPe Leyla Guven, di roja 79an ya çalekiya greva birçîbûna li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hate berdan.
&- Çalakvanê Greva birçîbûna bêdem û bêdorveger Nasir Yagiz, diyar kir ku, bi berxwedanê, ti serketineke ku em nikarin bi destbixin tûne ye.
&- Konseya Ewropa, li ser tecrîda li Imralî û greva birçîbûna li dijî tecrîdê, raporek amade kir û got: Divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werê rakirin.
&- Li Desteya Giştî ya Meclîsa Parlementeran ya Konseya Ewropa rapora derbarê Tirkiyê de erê kir.
&- Parlamenterên jin yên Kurd, yên Partiya Çep Gokay Aybulut, Hêlîn Evrîm Sommer û Cansû Ozdemîr bi zimanekî hevbeş gotin, em çalekiya Leyla Guwen destek dikin.
&-HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk ya dagirker ya li dijî sivîlan daxuyaniyek da.
&- Parlementerê Swêdê Momodoû Jallow, çû serdana çalekgerên li Strasboûrgê û got: Eger mirovek azad nebe, civak jî azad nabe.