Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 28ê Çile 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin lê pêşî çend ser nûçeyên me….

&- Dewleta Tirk, 7 sal û 183 roj in, hevdîtina parêzeran ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re asteng dikin.

&- Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 82 mîn.

&- Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevanîya grevên birçîbûnê, gelê kurd li Ewrupa her roj di nava çalakiyan de ye.

&- Li çar navçeyên Stenbolê gel li dijî tecrîdê li qadan bû. Li Sûltan Gazî, Gazî Osmanpaşa, Sancak Tepe û Esen Yûrtê civîn û meş pêk hatin û Di çalakiyan de banga tevlîbûna mitînga 3’ê Sibatê hat kirin.

&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan peymana Edenê nirxand û got; Peymana Edenê peymana komploya navneteweyî ye. Naveroka wê qediya ye û hewl didin ji nû ve zindî bikin.

& Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan got Berxwedana Leyla Guven her mezin dibe

&- Dr. Kamîran Berwarî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê sûcên dewleta Tirk vedişêre û rewa dike.

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Bahoz Erdal, diyar kir ku êrîşên ku li Başûrê Kurdistanê tênekirin, koordînatê wan ji aliyê baregên li Bamernê û Kanîmasiyê ve têne dayîn û serhildêriya xelkê Şêladizê, helwesteke welatparêzî, Kurdistanî û pîroz e.

&- Endamê Parlamentoya Iraqê Dr Mîran Mihemed got ku divê Hikumeta Iraqê li dijî bombebarana dewleta Tirk xwedî helwest be