Îro 25’ê Sibatê 2019 DUŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, pêşî çend sernûçeyên me….

&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 110’an.

&- Hûnermend û rewşenbîrên navdar piştgirî dan Berxwedana mezin a Çalakiya Leyla Gûven.

&- Li Venezûelayê, di Konferansa Gelan a Navneteweyî de wêneyên Sakîne Cansiz hatin hildan û gelê Kurdistanê hate silavkirin.

&- Li Almanya, di kongreya partiya Çep de, ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê piştgirî hate dayîn.

&- Çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balkişandina ser berxwedêrên greva birçîbûnê, çalakî li dar xistin.

&- Li bajarê Lavrîoyê yê Yewnanistanê şervanên enternasyonalîst ên ku li Rojava şehîd bûbûn, di şexsê Haûkûr Hîlmasson de hatin bibîranîn.

&- HDP’ê li Cizîrê bi tevlîbûna hezaran kesî buroya hilbijartinê vekir.

&- Di dawiya hefteyê de li çend welatên Ewrûpayê kongreyên meclîsên gel û meclîsên jinan çêbûn.

&- Di şerê Pêngava Bagera Cizîrê de bi dehan çeteyan xwe radestî hêzên QSDê kirin.