25ê Cotmehê 2018 Pêncşem
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
&-Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo biçin grava Îmraliyê û hevdîtina muwekîlên xwe re pêkbînin, îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
&- Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
&- Di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şervanên QSDê derbên giran li çeteyan didin, di şerê 24 saetên dawî de 51 çete hatin kuştin.
&- Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJKê, Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan bi bîr anî û artêşbûna jinê pîroz kir
&- Li girtîgeha tîpa T a Manîsyê hejmartina li ser piyan li ser girtiyên nexweş ferz dikin.
&- Rêxistina Navnetewî ya Efûyê, der barê komîsyona OHALê û biryarên wê de raporek ragihand.
&- Li Îranê, di meha Cotmehê de hejmara îdaman zêde bû.