Îro 27’ê Sibatê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me….

&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 112’mîn.

&- Girtîyên azadîyê, di 1ê Adarê de li tevahiya girtîgehên Tirkiye û bakûrê Kurdistanê, wê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, berxwedana xwe derbasî qonaxeke nû bikin û dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger dikin.

&- Hêzên Gerîlla li Bazîdê wesaîteke Artêşa Tirk ya dagirker bi tevî 6 leşkerên tê de rûxandin û li Şirnexê, hêzên gerîlla bi balafirên bê mirov li dijî Baregeha Leşkerî êrîş pêk anîn.

&- Li Fransa, Almanya û Rûsya, li dijî tecrîdê çalakî hatin pêkanîn.

Sendîkayên li Îngilîstanê jî, biryar dan ku ji bo piştgiriyê 3 rojan têkevin greva birçîbûnê.

&- Şeva buhurî artêşa Tirk ya dagirker, li ser sînorê Dirbêsiyê hin malbat gulebaran kirin û di encama gulebaranê de, 3 jin jî di nav de, 4 kes hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

&- Operasyonên qirkirina siyasî, bi hemû hêz û dijwariya xwe dewam dike.