Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 27ê Mijdarê 2018 SÊŞEM- Cejna Vejînê ye
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja emê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend ser nûçeyên me.
&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo sibe biçin Îmralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin, îro, serî li ser Dozgeriya Komarê ya Bursa dan.
&- Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê, cejna vejînê li gel, Serokatî, Gerila, dîlên azadiyê pîroz kir û got: PKK misogeriya jiyana azad ya jinê ye.
&- Operasyona ku Artêşa dagirker a Tirk li Lîce û gundewarên wê dabû destpêkirin, berdewam dike.
&- Li paytexta Avûstûrya Viyanê û bajarê Edenê salvegera PKKê hate pîrozkirin.
&- Operasyonên qirkirina siyasî ya faşîzma AKPê li Stenbolê, Meletî, Ruha û Cizîrê dewam kir, 57 kes hatin binçavkirin.
&- Neteweyên Yekbûyî ragihand ku rojane 137 jin tên qetilkirin