Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş

Îro 28’ê Sibatê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gohdarên hêja,
emê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend ser nûçeyên me…

&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 113’mîn.

&- Çalakgera Berxwedana mezin Fadîle Tok diyar kir ku tendûrûstî wê ti carî li pêşiya têkoşîna me nebe asteng.

& – Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê, doh jî li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.

&-Yekîtiya Parêzerên Ewropayê diyar kir ku Tecrîd êşkence ye û divê Konseya Ewropayê li dijî tecrîdê gavan biavêje.

&- Berdevkê Însîyatîfa Navnetewî ya ji Ocalan re azadî, Reîmer Heîder, got, divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bikeve nava tevgerê.

&- HPGê nasnameya 3 gerîllayên ku di sala 2017an de li herêmên Parastina Medya şehîd bûne, eşkere kir.

&- Rayedarên girtîgehên Tirkiyê , 16 girtiyên di berxwedana greva birçîbûnê de sirgûn kirin û girtîya nexweş Fatma Tokmak nayê tedawîkirin.

&-HDP’ê lez da xebatên hilbijartinê.