Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 1ê Adarê 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja emê bûltena rojê pêşkêş bikin lê pêşî çend sernûçeyên me…..

&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 114’mîn.

&- Lê, dîlên azadiyê, bi biryarek nû, berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan derbasi qonaxek nû kirin . Li tevahiya zindanan û bi tevlîbûna hemû dîlên azadiyê, îro, dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kirin.

&- Waliyê Tirk yê li Amedê, bi daxuyaniyekê li 8 gundêne navçeya Pîranê-Dicle qedexeya derketina derve ragihand.

&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, li bagokê operasyon da dest pê kirin. .

&- Hêzên Rizgariya Efrînê HREyê, bîlancoya meha Sibatê eşkere kir û diyar kir ku 22 çete hatine kuştin.

&- Li bajarên Kurdistanê namzedên HDPê yên hevşaredariyê di nava livûtevgereke mezin de ne.

&- Tevgera Ciwanên Şoreşger DGH’ê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, li bajarên Denîzlî, Bûrsa, Stenbol, Enqere û Îzmîr çalakî pêkanîn.

&- Li gora komî ya li Reqayê ku tê texmînkirin 3 hezar cenaze tê de ne, 20 cenazeyên din hatin derxistin.