Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 30ê Mijdarê 2018 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin. Lê pêşî çend sernûçeyên me…
&- Rayedarên dewleta Tirk, îro jî, 809emîn serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin. Malbata Rêber Ocalan û 3 girtiyên din yên li Imraliyê jî ji bo hevdîtinê serî li Serodgzeriya Komarê ya Bursa dan.
&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bang li YNKe kir ku li ser xeta Mam Celal bimeşe.
&- Endamê KNKê Kamûran Berwarî diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê, pêşmerge parastina baregehên Dewleta Tirk dikin û got. Ev yek, tê fêde û sûdê nade PDKê.
&- Komelên Jinên Kurdistanê KJKê, diyar kir ku girtina bûroyên Tevgera Azadî û RJAKê li Başûrê Kurdistanê, li dervehî nirxên welatparêziyê ye.
&- Berdevka KCD’ê Zelal Bîlgîn, pêr hate berdan û diyar kir ku Leyla Guven bi biryar çalekiya xwe didomîne û got: Heta tecrîd biqede ew ê çalakiya xwe bidomîne
&-Navenda Ragihandina HPGê, çalakiyên hêzên Gerîlla yên di 27 û 28ê Mijdarê de, li navçeya Colemêrg Çelê jî , li dijî hêzên dagirker ragihandin. Çavkanyên herêmî jî ragihandin ku li Geverê jî gerîlla çalakî lidar xistiye û di çalakiyê de herî kêm 5 leşker hatine kuştin.
&- Xebatên Danûstandinên Sûrî-Sûrî bi dirûşmeya “Danûstandinên ji bo avakirin û pêşxistina Sûriyê” bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.
&- Şervanên YPG û YPJ li Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê çalakî pêk anîn. Di çalakiya li navçeya Cindirêsê de, 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.