Nûçegihanê MA’yê Hakan Yalçin û endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Nevroz Guler li mala xwe hatin destgîrkirin.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hakan Yalçin ê li navçeya Keçîoren a Enqereyê di serdegirtina malê de hate destgîrkirin. Yalçin bi îdîaya “endametiya rêxistinê” destgîr kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Li gorî agahiyan, endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Nevroz Gulen jî hatiye destgîrkirin.