Bi tevlîbûna gelek rojnameger, çalakvan û welatiyan rojnameger û nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên Elî di 2.yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate li Silêmaniyê hate bîranîn.

Li Salona Otêla Mem û Zîn a li Silêmaniyê rojnameger û nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên Elî di 2’yemîn salvegera qetilkirina xwe de ku di 13’ê Tebaxê li Dihokê hatibû qetilkirin, bi merasîmekê hate bîranîn. Merasim ji aliyê Rojnews ve hate lidarxistin.Gelek çalakvan, rojnameger, kesayetên siyasî, rewşenbîr û welatiyên ji bajarên din ên Herêma Kurdistanê amade bûn.

Di merasîma 2’yemîn a salvegera qetilkirina rojnameger Wedat Hisên Elî de peyama RojNews Navenda Metro hate xwendin. Herwiha xelatên Wedat Hisên Elî hatin dayîn.

Edîtora Şine Fayeq peyama ajansa Rojnews xwend. Di peyamê de wiha tê gotin; “Îro 2 sal li ser terorkirina nûçegihanê me yê Dihokê Wedat Hisên re derbas dibin, lê mixabin heta niha bikuj nediyarin û ji aliyê desthilatdarên deverê û dezgehên ewlehiyê ve ti agahî nehatine eşkere kirin. Heta ku sûcdarên sereke  neyên eşkere kirin, weke berê ji me gotî, em rêveberiya ewlehiya Dihokê berpirs dibînin. Ji ber ku hîncetên vale ji bo veşartina vî sûcî gotin. Yek ji van gotin ku zêdetirî 100 kamerayên çavdêriyê li wê cadeya ku Wedat lê hatiye revandin xera bûne. Ev jî gelek gumana li ser çêdike. “

Şine Fayeq daxwaz ji rêxistinên navneteweyî û navxweyî kir ku zextên cidî çêbikin ji bo eşkerekirina bikujên Wedat û rojnameyên din ên hate kuştin û got ku wê şopa, Wedat Hisên, Serdeşt Osman, Kawa Germiyanî, Soran Mame Heme, Nujiyan Erhan û şehîdên din ên ragihandina azad bin û wê ji bo ragihandinekî bihêz têkoşînê bikin.

Piştre jî peyama Navenda Metro ji aliyê Diyarî Mihemed ve hate xwendin û got; “Em saleke din a li benda çarenûsa dosya rojnameger şehîd Wedat Hisên derbas dikin. Du sale çavê me û çavê we li dezgeha ewlehî ya Dihokê, heta ku sûcdaran desteser bikin û di dadgehekî bi edalet de werin ceza kirin. Lê, mixabin, dosya Şehîd Wedat weke dosya rojnamegên din ên hatine terorkirin bikuj azad in. Dezgehên ewlehiyê Ii Herêma Kurdistanê  xwedî bûdceyekî mezin in û derfetekî mezin heye. Heta niha karîne grûbên mezin ên terorîst eşkere bikin, lewma niha ev dosya mafê xelk û malbatên qurbaniyan e, werin eşkere kirin.”

Şaxê Sendîkaya Rojnamegerî ya Silêmaniyê jî peyamek ji bo merasîmê şand. Di peyamê de tê gotin ku bi fikar in ku heta niha jî xwîna rojnamegeran bi neheq tê rijandin û wiha tê gotin; “Dengê me li gel dengê xizmên serbilind ên şehîdên pênûsê ne. Daxwazê dikin ku tewanbar û planger bên ceza kirin.”

 Herwiha çend sazî û rêxistinên din jî peyam ji bo merasîmê şandin.

2’yemîn xelatên rojnameger Wedat Hisên hatin dayîn

Di merasîma 2’yemîn salvegera qetilkirina rojnameger û nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên Elî de, xelatên Wedat Hisên a azadiya rojnamegerî hatin dayîn.  

Xelat ji bo rojnameger û çalakvan Niyaz Abdullah û rojnameger Karwan Salar hatin dayîn.

‘Divê ji bo medya azad têkoşîn were kirin’

Rojnameger û çalavan Niyaz Abdullah piştî wergirtina xelatê axivî û got; “Li Herêma Kurdistanê niha em li ber rewşekî gelek metirsîdar deyîn. Desthilat û birpirsên herêmê gule û pereyan bi kar tînin. Lewma girînge têkoşînê ji bo damezirandina medya azad bikin.”

Herwiha di merasîmê de Ajansa RojNews xelata rêzgirtinê, ji ber kar û xebatên parastina mafên rojnamegeran da Navenda Metro.

Di 13’ê Tebaxa 2016’an de rojnameger û nûçegihanê ajansa me yê Dihokê Wedat Hisên nava rojê li ber çavê xelkê Dihokê li taxa Malta hat revandin. Piştî çend saetan cenzayê wî avêtin li ser rêya di navbera Dihok-Simêlê. Li ser cenazeyê wî gelek şopên êşkenceya bi hovane hatî kirin hebûn. Sibe 2 sal li ser terorkirina nûçegihanê ajansa me Wedad Hisên re derbas dibe.Lê, hîn tewanbar nehatine cezakirin.

(ab)