Di çarçoveya operasyonên leşkerî yên artêşa Tirk a li Licê dayî destpêkirin de, gel tên tehdîdkirin û ketin û deketina gundiyana a ji gund tên astengkirin. Ji ber astengkirina beytaran jî gelek lawir telefbûne.
Li 65 gund û gundikên herêma bajahî ya navçeya Licê ya Amedê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi hefteyane operasyona dayî destpêkirin dewam dike. Hate ragihandin ku gundî ji aliyê leşkeran ve hem tên mexdûrkirin hem jî tehdîdkirin. Li taxên ‘qedexeya derketina derve’ lê hatine îlankirin ketin û derketina gundiyan tên astengkirin.
LEWIR TELEF DIBIN
Welatiyên gund ên debara xwe li ser lawirvaniyê dikin diyar kir ku li ser nexweşketina lawirên wan bang li beytaran hatiye kirin lê rê nayên dayîn ku beytar jî bikevin gund. Li ser vê welatî li rêveberên Midûryeta Çandinî û Lawirvaniyê geriyane û ji bo wan gotine; ‘Li herêmê qedexeya derketina derve heye, em nikarin werin herêmê.’ Ji ber neçûna beytaran gelek lawir telef bûne.
Dîsa agahiyên li herêmê cih bi cih şer diqewimin jî tên.