Nûrî Mehmûd îdiayên dewleta Tirk ên li dijî YPG’ê derewandin û got, qebûlkirina nêrînên wiha yan bêwijdaniyek mezin an jî bêaqiliyek mezin e.

Nûrî Mehmûd, diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişan re dixwaze hincetên şer peyda bike û got: “Êrişên ku li ser herêmê pêk tên li ser civakê ne, ne li ser hêzên leşkerî ne.”

Nûrî Mehmûd got: “Ji bo me aramiya di hundirê Tirkiyê de girîng e. Em dixwazin ku sîstemek demokratîk hebe ku em bikaribin bi wê sîstemê re di nav tekiliyên mirovî de bin.”

Nûrî Mehmûd, daxuyand ku çawa wan di destpêka şoreşê de got ku DAIŞ li ser mirovahiyê xeter e, niha jî dibêjin ku Erdogan xeteriyek e, ne tenê li ser gel Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê li ser tevahî cîhanê.

“Armancên wan firehkirina nexşereya dagirkeriyê ye” bi van gotinan re Nûrî Mehmud, bal kişand ser diyariya nexşeya osmaniyan a serokê MHP`ê Devlet Bahçelî ji Erdogan re.

Berdevkê Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, duh êvarî beşdarî bernameya taybet a ANHA`yê ya bi mijara êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

‘ÊDÎ NIKARIN SIYASET JÎ BIMEŞÎNIN’

“Dewleta Tirk bi êrişan dixwaze hincetên şer peyda bike” bi van gotinan Nûrî Mehmûd armanca dewleta Tirk a dagiker ji êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir û got: “Dibêje ku ewlekariya welat di xeteriyê de ye. Li kêleka wê jî fikirê cîhadîzmê dixe nîqaşê û pêşde dibe. Her wiha neteweya Tirk jî bikar tîne ku wan derdixîne pêş. Hevbendiya AKP-MHP a faşîst dixwazin xwe li ser herêmê û cîhanê giştî ferz bikin. Di stratejiya wan a wekî DAIŞ û Îxwan El-Muslimîn de ku di destpêka şoreşê de dixwastin herêmê bi rê ve bibin bi bin ketin, niha jî tenê bi bikaranîna çekan ku tiştek cûda li pêşiya wan nemaye dixwazin serbikevin. Êdî nikarin siyasetê bimeşînin. Divê şer bikin û rewşa awarte ya şer li ser cîhanê bidin ferzkirin.

`NE LI DIJÎ HÊZÊN ME LI DIJÎ CIVAKA ME ÊRIŞ PÊK TÊN`

Mehmûd diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne li hember hêzên leşkerî pêk tên û wiha domand: “Li hember hêzên leşkerî nikare tiştekî bike. Civakê hedef digre. Hemû qanûnan bin pê dike ku li zarok, jin, ciwan, mal û gundan dide. Divê civak vê xeteriya dewleta Tirk bibîne. Desthilatdariya dewleta Tirk xwedî kîn û nefretên mezin in ku di dema leşkerî de encam nagire, li ber çavên cîhanê dikare zarokan perçe perçe bike. Serokomarê Tirkiyê bi hişmendiya DAIŞ`ê dixwaze Tirkiyê hikûm bike û vê lewaztiya cîhanê bixe bin xizmeta siyaseta xwe. Ji bo wê jî wiha dibîne ku di cihekî stratejîk de bi cih bûye ku dikare cîhanê giştî hikum bike. Bandoriya tevgera dewleta Tirk li NATO jî dike. NATO xwe wekî arteşa herî modern dibîne, lê êrişên dewleta Tirk navê NATO`yê li erdê daye.”  

Der barê sekna hikumetên cîhanê li dijî êrişên dewleta Tirk de Nûrî Mehmûd got ku sekna wan lewaz e û siyaseteke marjînal didin meşandin.  `Wiha nakevin bin xizmeta gelên xwe` bi van gotinan re sekna hikumetan rexne kir û wiha pê de çû: “Hikumet berjewendiyên xwe yên demkî esas digrin.”

`ERDOGAN JI BO CÎHANÊ XETER E`

Nûrî Mehmûd, bal kişand ser binpêkirina peymanên ku li ser herêmê pêk hatine û xeteriya Erdogan û got: “Rûxmî ku peyman çêbû û çavderên peymanê li herêmê ne, lê Erdogan peymanê esas nagire. Ew hêz ji bo ewlehî û aboriya xwe biparezin tawîzan didin Erdogan. Erdogan cografiya stratejîk bi rengekî hovanê li hember cîhanê bi kar tîne. Bêdegiya hikumetên cîhanê vê mijarê hîn zêdetir kur dikin, divê ji niha ve tedbîrên cidî bên girtin. Çawa di destpêka şoreşê de me got DAIŞ li ser mirovahiyê xeter e niha jî em dibêjin ku Erdogan xeteriyek e, ne tenê li ser gelê me, li ser cîhanê bi giştî xeter e.”

`SÎSTEMEK DEMOKRATÎK LI TIRKIYÊ AVA BIBE EM Ê TÊKEVIN NAVA TÊKILIYAN`

“Ji bo me jî aramiya di hundirê Tirkiyê de girîng e” Nûrî Mehmûd bi van gotinên xwe re bersiva dewleta Tirk ji bo ewlehiya sînor da û got: “Em jî naxwazin ku bêaramî di hundirê Tirkiyê de bê çêkirin ku dewleta ku sînorê herî dirêj bi me re ye. Em jî dixwazin ku sîstemek gelek demokratîk hebe ku em bikaribin bi wê sîstemê re di nav tekiliyeke mirovî de bin. Lê ev desthilatdarî îmkanên dewleta Tirk û gelên wê bi kar tîne û axa me dagir dike. Li dijî wê jî bêguman wê berxwedan hebe. Di heqîqetê de bi Tirkiyê re sînorê herî bi ewle sînorê me ye. Hedefgirtina herêmên Rêveberiya Xweser hedefgirtina demokrasiyê ye. Ev li hemberî xeyalên Osmanî kelemeke mezin e.”

`ARMANC BERFIREHKIRINA NEXŞEYA DAGIRKERIYÊ YE`

Nûrî Mehmûd, destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrişên bi rêya SÎHA`yan dixwaze nexşeya dagirkeriyê berfireh bike û got: “Dewleta Tirk perçeyên SÎHA`yan ji Ewropa, Amerîka û Asya tîne. Di êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de perçeyên ku derketin holê eşkere kir ku ji gelek welat û şîrketan anîne. Her wiha ew welat xapandine ku di bin navê karê sivîlan de anîne û di çekan de bi kar anîne. SÎHA`yên ku dewleta Tirk behs dike di esas de teknîka cîhanê û NATO`yê ne. Bi van êrişên wiha re dixwazin civakê bitirsînin. Armancên wan yên firehkirina nexşerêya dagirkeriyê jî heye. Beriya demekê serokê MHP`ê Devlet Bahçelî nexşeya osmaniyan diyarî Erdogan kir. Hedef ev e.”

Dewleta Tirk her di nav hewildanên provakator de ye. Di nûçeyan de digotin YPG’ê top avetine Ezaz û Ceylanpinarê. Hewl didan ku şerekî berfireh dest pê bikin. Herî dawî jî gotin ku YPG’ê li ber sînorê Akçakale yê girêdayî Rihayê mayin danîne û di encamê de 3 leşkerên wan hatine kuştin. Qaşo paşê êriş dane destpêkirin. QSD’ê jî derbarê van tiştan de daxuyanî dabû.

`ÎDIAYÊN WAN DEREW IN`

Derbarê van nûçe û hewldanên dewleta Tirk a dagirker de, Nûrî Mehmûd ev tişt anî ser ziman: “Idîayên dewleta Tirk ji destpêkê heya niha hene. Her tim me ev îdiayên wan bi belgeyan vala derxistine. Ev îdia bi temamî derew in. A din jî li dijî wan sûcan mafên gelê herêmê heye ku xwe biparêzin. Qebûlkirina nêrînên wiha yan bêwijdaniyeke mezin an jî bêaqiliyeke mezin e.  Ev heqîqet ne tenê ji aliyê me ve te gotin ku ewqas kesayet, rêxistin, rojnamevan û dewlet li herêmê hene û dişopînîn. Ew îdia tenê yên AKP-MHP`ê ne ku heya Meclisa Tirkiyê ne bi wan re ye. Parlementerên di Meclisa Tirkiyê de nêzîkatiyên Erdogan qebûl nakin. Divê dewleta Tirk ji axa Sûriyê derbikeve û bes êrişî zarok, jin û civakê bike. Ji xwe di vê dema dawî de êrişên wan yên leşkerî hemû binkeftine. Nikare di aliyê leşkerî de encameke rast bigre.”

`LI GORÎ WAN HER KES “TERORÎST E”`

Derbarê êrişên li ser Kobanê de dagirkeran di ragihandina xwe de parve kiribûn ku `di êrişan de 12 terorîst` hatine kuştin. Lê di dîmenên hatin parvekirin de jî eşkere bû ku malên hemwelatiyan û hemwelatî bi xwe hedef girtiye. Di encama êrişan de hemwelatiyek şehîd bû û 12 hemwelatî jî birîndar bûn.

Têkildarî vê mijarê, Nûrî Mehmûd, got: “Li gor Erdogan Komara Tirkiyê ku Ataturk ava kiriye terorîst e. Serokê Şaredariya Stanbolê Ekrem Îmamoglu, CHP, Îyî partî jî bi terorê tawanbar dike. Niha li hundirê Tirkiyê li gor Erdogan aliyên terorîst û aliyên Erdogan hene. Fikirê demokrasî teror e. Zarokekî 2 salî çawa terorîst e? Hemwelatiyek ku di nav erdê xwe de kar dike çawa dibe terorîst? Ev li ser armanca pêşxistina şer, terorê û tirsê tê kirin. Lê bi ser neketin ku li Kobanê gel dev ji malên xwe berneda. Bi lehengtiyek gelek mezin têkoşiya.”

`DIVÊ JI NIFŞÊN PÊŞEROJÊ RE SERKEFTINÊN MEZIN BIHÊLIN`

Di dawiya bernameyê de Nûrî Mehmûd, diyar kir ku pêdiviyên qonaxa dîrokî ji nan û av girîngtir e û got: “Pevajoya şoreşê berdewam e. Gelê herêmê jî di sazîbûn û demokrasiyê de israr dike. Ji bo wê jî parastina şoreşê wê berdewam bike. Bê guman hêzên me wekî YPG, QSD, YPJ wê li gorî baweriya gel tevbigerin ku ew jî zarokên wî gelî ne. Dema şoreş bi ser bikeve wê ev şer bisekine. Divê her hemwelatiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe di şerê gelê şoreşgerî de kûr bike. Vî gelî çawa DAIŞ têk bir dikare vî şerî jî bi dawî bike. Îro em di qonaxeke dîrokî de ne ku divê em ji zarok û nifşên nû re serkeftinên mezin bihêlin. Ji bo wê pêdiviyên vê qonaxê ji nan û avê girîngtir e. Ger em îro vê neparêzin em ê tu carî nikaribin bi rûmet bijîn. Divê her kes bi vê berpirsyartiyê tevbigere.”