Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ew bi baldarî çavdêriya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dikin, heya niha di astek baş de derbaz dibe.
Li Herêma Kurdistanê hilbijartin berdewam dike. Welatî danê sibê ji bo dengên xwe bikarbênin berê xwe dan navendên dengdanê. Hilbijartin ji aliyê rêxistinên navnetewî ve jî tên şopandin.
Îro li navenda dengdanê ya dibistana Burhan a bajarê Helebce nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) Elis Welter li ser şopandin û çavdêriya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek a çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de nûnera NY’ê Welter got; “Em ji bo şopandin û çavdêriya hilbijartinan digerin. Me biryar daye ku heya dawiya hilbijartinê em bi baldarî li ser hilbijartinê rawestin. Em nikarin ti biryarek li ser komîsyonê bidin, lê emê di dawiyê de helwesta xwe ragihênin. Li gorî lêkolînên me heya niha hilbijartin baş derbaz dibe. Her çendî li hinek navendan hinek pirsgirêkên biçûk çêbûne jî, lê em di wê hêviyê dene wê komîsyon van pirsgirêkane çareser bike.”
Herî dawî Welter got; “Ji bo ku ti pirsgirêkek cidî çênebe em bi komîsyona hilbijartinê dinava danûstandinan dene. Welatî jî azadin dengê xwe ji her partî û lîsteya dixwazin bidinê. Nabe ti alî zextê li ser welatiyan bike.”