Mirovên xwedî hatineyeke kêm ên li Yekîtiya Ewropayê, ku sala 2008’an ketin bin bandora krîza aboriyê ya global, niha jî ji ber şewba Covîd-19 di nava krîzeke nû de digevize.

Li Yekîtiya Ewropayê ku li 27 welatên endam nêzî 450 milyon kes hene, li gorî daneyên dawî rêjeya kesên di nava gefa xizaniyê de ne ji sedî 21.1 e.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, ku bandora vê krîzê bi saya alîkariya cemaweriyê tên derengxistin û hişyarî da ku krîza civakî wê mezin bibe. Raporê Neteweyên Yekbûyî Olîvîer de Schûtter ku ji bo têkoşîna li dijî xizaniyê hatiye wezîfedarkirin, xwest ku li dijî bandora krîzê tedbîr bên wergirtin.

Li welatên Yekîtiya Ewropayê, di nava yek ji pênc parên di nava xizaniyê de ne 19.4 milyon zarok û 20.4 milyon mirovên dixebitin jî hene. Schûtter anî ziman ku tedbîrên dijî Covîd-19 û krîza aboriyê ya ji ber vê yekê rû da, bi dehan milyon mirov bi mehan ji mûçeyê bêpar hiştiye yan jî mûçeyên wan kêm kiriye. Hate ragihandin ku ev kes beriya krîzê jî hatineya xwe kêm bûn.

BER BI DAWIYA SALÊ VE WÊ BANDOR GIRANTIR BIBE

Lê belê tê texmînkirin ku hejmara mirovên li welatên Yekîtiya Ewropayê ketine bin bandora krîzê, wê mehên bê, yan jî sala bê zêdetir bibe. Ji Adara 2020’î ve hem welatên yekîtiyê hem jî Yekîtiya Ewropayê bi deynên hevpar bi sedan milyar Euro alîkarî dan şîrketan, xebatkaran û mirovên xwedî hatineyek kêm. Bi vî rengî krîz heta astekê hate hiştin.

Tê texmînkirin ku bi bidawîbûna alîkariyên dewletê re dawiya salê wê gelek şîrket îflas bikin. Li gorî Olîvîer de Schûtter ‘krîza civakî’ ya bingehîn jî wê hingî dest pê bike.