Komara Demokratîk a Kongoyê ya ku navê wê yê berê Zaîre bû, di navbera komên cihê û yekîneyên artêşê de bi salan e şer didome. Hêzên Mutefîk a Demokratîk (ADF) a ku têkiliya wê bi Îslamîstên radîkal heye, bi qetlîaman derdikeve pêş.
Tê diyarkirin ku li welat hejarî, êrîşên çeteyan û nexweşiyên bi şewb hene û di sal û nîvekê de bi sedan qetlîam hatine lidarxistin.
Li gorî rapora peywirdarên Neteweyên Yekbûyî ji Çileya 2019’an heta Çileya 2020’an di êrîşên ADF’ê de nêzî 500 kesên sivîl hatine qetilkirin. Tê diyarkirin ku ev êrîş wekî qetlîamên komî pêk tê û sê paran parek jin û zarok in.
Li gorî raporê ji meha Sibatê heta dawiya Hezîranê hêrî kêm 297 sivîl hatin qetilkirin. Tê diyarkirin ku êrîş bêtir li herêma Nord-Kîvû û Îtorî hatiye kirin.
Di raporê de tê diyarkirin ku artêşa Kongoyê jî êrîş biriye ser sivîlan.
ADF piştî salên 1980 li Komara Demokratîk a Kongoyê (Zaîre) dest bi çalakiyan kiribû.