Rojnemevanê Iraqî Şemix Ceber ku bi xwe yek ji çalakvanên çalakiyên protestoyê yên li Bexdayê ye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek zanyarê cîhanê û mirovahiyê bi nav kir û got bi raman û pêşniyarên xwe her tim ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê li çareseriyan geriya.

Ajansa ANHA bi rojnemevanê Iraqî Şemix Ceber dema ku beşdarî ‘Kongreya krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokatîk ve li Rojhilata Navîn’ bû ku li paytexta Lubnanê Beyrûtê di 17-18`ê Mijdarê de hate lidarxistin, hevpeyvînek çêkir.

Ceber di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Hin pêşniyar hebûn ku kongre zengîn kiribû, ew jî ji ber ku gelek zanyar, nivîskar û siyasetmedar ji hemû gelên Rojhilata Navîn û derve beşdar bûn.”

Ceber wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû kesên ku beşdar bûne, li ser yek armancan li hev kir, ew jî lêgerîna çareseriya krîza li Rojhilata Navîn e. Di vê kongreyê de hin çareserî û perspektîfên ji ramanên Ocalan ku dikarin aştiyê li bajaran bidin rûniştandin, hatin pêşniyarkirin.”

Ceber, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek zanayekî cîhanî û mirovahiyê bi nav kir û wiha pê de çû: “Bi rastî Abdullah Ocalan bû zanayê cîhanî û mirovahiyê ji ber ku hemû pêşniyarên wî ne tenê ji bo neteweyekê ne. Ew lêgerîna çareseriyê ji hemû gelên Rojhilata Navîn re dike, ji ber ku hin çareserî ji projeya neteweya demokratîk wek jiyana hevbeş û biratiya gelan, dîtin.”

Her wiha li ser erka gelan û rêxistinên mirovî û yên mafan der barê doza Ocalan de ku 20 sal e di girtîgeha Îmraliyê de ye û tecrîda girankirî li ser wî hatiye ferzkirin, rojnemevan Şemix Ceber wiha got: “Ocalan ku hemû jiyana xwe ji bo dîtina rêya azadiyê ji hemû gelên herêmê re hişt ku azadiya wî jê were standin. Ji bo wê divê hemû gelên herêmê û kesên banga aştiyê dikin ku parastina Abdullah Ocalan bikin û hewl bidin bi hemû derfetan wê berdin û azadiya wî bidin ku bikarin bi ramanên wî aştiyê bixin Rojhilata Navîn.”