Prz. Ishak Demîrel, diyar kir ku, wan ligel hezar û 330 parêzeran di 22ê Çileya 2023an de ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dabûn û got; Heta îro tu berssv ne hatiye dayin.
Wezaret dibêje “tecrîd nîne, ji mafên xwe sûdê digirin”. Ev ne rast e. Eger tecrîd nebe, gelo çima destur nayê dayin ku malbat û perazên biçin Giravê û girtiyan re hevdîtinan bikin.
Prz.Demîrel, qala cezayên dîsiplînê jî kir û got; Wezaretê di nivîsê de diyar kiriye ku têkildarî hevdîtina bi malbatê re û axaftina bi telefonê re 3 cezayên dîsiplînê hene. Lê, cezayên dîsiplînê teblîxî parêzeran nekirine û mafê îtîrazê asteng kirine. Qilifê cezayê dîsplînê siyasî ne û em dibînin ku ev ceza ji aliyê Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê tên dayin, Ev jî ne qanunî ye, keyfî ye û nabe ku bibe sedema astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran.
Prz. Demîrel, biryara DMME bibîr xist, helwesta CPT rexne kir û got; Mixabin di salên dawî de saziyên navnetewî tevlî mekanîzmaya tecrîdê bûne. DMME biryara xwe naşopîne, KE ku ji pêkanîna biryarên DMME berpirsiyar e pêça xwe nade pirsgirkê. CPTe jî erka xwe nayîne cih. 36 meh in ku tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan 3 girtiyên din nayê girtin. Sinorên tehemmulê nemane.
Prz. Demîrel herî dawî got; Em weke OHD’ê xwe amade dikin ku têkildarî Îmraliyê dîse serî li Wezareta Dadê bidin. Divê ev rewş bi OHD’ê re bisînor nemîne. Em li bendê ne ku hemû saziyên hiqûqê yên demokratîk û raya giştî di vê mijarê de bi hestiyar bin.
Ji ber ku tecrîd bandorê li tevahiya Tikriyê dike.