Oldarê Suryanî El Eb Mixayil got, dewleta Tirk êrişî gelan hemûyan dike û destnîşan kir ku wê dagirkeriyê qebûl nekin.

Erkdarê Olî yê Dêra Suryanî ya Ortodoks a Marisya Hakîm a Dirbesiyê El Eb Mixayil Yaqûp êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

‘BAJARÊ AŞTÎ Û ARAMIYÊ’

Yaqûp ji bo Dirbesiyê dibêje, “Ji roja ku ava bûye heta niha timî bûye bajarekî aştiyê û aramiyê” û diyar dike, “Em Kurd, Ereb, Suryan bi hev re ne. Her gel xwedî xweseriyekê ye û Pêxemberê me ji bo me Xiristiyanan gotiye ‘hûn xwê ya dinyayê ne, ronahiya dinyayê ne’. Ji ber vê yekê me hewl didin li her deverê ji bo mirovahiyê tiştekî bikin. Lewma gel hemû bi hev re di nava wekheviyê de ne. Em di nava aştiyê de ne, ji aştiyê jî wêdetir jiyaneke me ya hevpar heye.”

‘DIXWAZE GELAN, XIRISTIYANAN BIQEDÎNE’

Yaqûp der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk got, “Tevî zor û zehmetiyên li Sûriyeyê gelên li Dribesiyê ji hev hez dikin. Demên dawî êrişên Tirkiyeyê û Erdogan dest pê kirin, em êrişan şermezar dikin. Li vê herêmê pêleke şer dan destpêkirin, li xaka me şer dikin. Min berê jî gotibû, şerê ku Erdogan dike ne dûrî şerê Osmaniyane. Berê bi navekî din dikir, niha jî bi navê Erdogan bi heman zimanî û bi heman rêbazî şer dikin. Xaka me ku beriya 400 salî Osmanî ketibû nav niha jî Erdogan dixwaze dagir bike û ji bo vê jî bi hemû çek û hêza xwe êriş dikin. Ya rast dixwazin gelan hemûyan biqedînin, bi taybetî dixwazin Xiristiyanan biqedînin. Pêxemberê me ti carî şer, komkujî, zilm, nehezkirin hilnebijartiye. Em jî kiryarên Erdogan qebûl nakin. Ne tenê ji bo vê xakê ji bo her deverê em qebûl nakin. Ji ber ku mafê her mirovî heye ku li xaka xwe bi rengekî azad bijîo. Ev xak xaka me ye ne ya Tirkiyeyê ye. Çima dixwazin bikevin xaka me, mafê wan nîne.”

‘EM Ê RÊ NEDIN, EV DEVER XAKA ME YE’

Yaqûp destnîşan kir ku bi kuştina gelan hewl bidin wan koçber bikin jî wê ti carî vê qebûl nekin, wê rê nedin vê yekê û got, “Em ê rê nedin Erdogan û yên mîna wî. Ev dever xaka me ye. Em dixwazin di nava aştî û azadiyê de bin ku mafê me ye û kes nikare vî mafî ji me werbigire. Xwedê mafê jiyanê da her kesî, xwedê jiyaneke aştiyane û wekhev da her kesî. Em van komkujiyan, mirinê, şer, destavêtinê, newekheviyê ti carî qebûl nakin. Em vê yekê ji bo tevahiya mirovahiyê daxwaz dikin.”