Parlementerê DEM Partî yê Colemêrgê Onûr Duşunmez derbarê desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ji ANFê re axivî û got;
Dixwazin car din siyaseta qeyum bidomînin.
Yên ku li ser nermbûnê û Destûra Bingehîn ya nû nîqaşan dikin, di mijara mafên Kurdan de yekser darbeya siyasî dikin.
Desthilatdarî li hemberî destkeftiyên siyasî yên gel dirûtiye xwe nîşan da.
Daxuyaniyek ku ti eleqeya wê bi hiqûqê re tineye û qeyûmê meşrû dike, dan.
Ev tê wateya dijminatiya li hemberî kurdan.
Onur Duşunmez diyar kir ku ew ê li hemberî hemû êrîşên desthilatdariyê li ber xwe bidin û got;
Bi salane hewl didin ku serî li gelê Colemêrgê bitewînin.
Lê gelê Colemêrgê li îradeya xwe xwedî derket.
Wê îro jî, li hemberî vê desteserkirinê, xwedî li îradeya xwe derkeve.
Gel bi biryar ku rê nedê talankirina qeyûman.
Em ê li dijî vê biryara neqanûnî li ber xwe bidin.
Li hemberî vê desteserkirinê, em ê bi gelê xwe re têkoşînê bikin.