Hêzên deryayî yên Fransayê vê dema dawiyê gelek fîrkateyn li rojhilatê Derya Spî wezîfedar kir ku ev yek weke hewldanek li dijî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê tê nirxandin.
Di nûçeyeke li malpera Bruxelles2 de ku bi îmzeya Nîcolas Gros-Verheyde hate weşandin, operasyona hêzên deryayî yên Fransayê ya bi navê ‘Medor’ hate nirxandin.
Hate ragihandin ku ev operasyonê ji aliyê Wezareta Parastinê ya Fransayê ve meha Îlonê hate ragihandin, bi beşdariya herî kêm 3 fîrkateynan û gelek amûrên hewayî pêk tê.
Di nûçeyê de hate ragihandin, ku tevî fîrkateyna bi navê La Fayette (F-710) a ku beriya niha li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di Operasyona Chammalê de hate bikaranîn, her wiha Latouche-Trevîlle (D-646) a ku li dijî keştiyên binê avê wezîfeyê dike û Fîrkateyna parastina hewayî (D-620) beşdarî vê operasyonê dibin.
Ji bo piştgiriya van her sê fîrkateynan, her wiha bi armanca hêsanîkirina şopandina ji hewayê du balafirên bi cûreyên Atlanqitue 2 û E3-F Awacs hatin wezîfedarkirin. Li gorî agahiyan gelek helîkopter jî li ser herêmê digerin.
JI BO ÇAVDÊRÎ Û ZEXTÊ YE
Heta niha bi rengekî eşkere nehatibe ragihandin ku ev operasyon li dijî kîjan hêzê ve tê kirin jî, wezîfeya yekîneyên hêzên deryayê yên tevlî operasyonê bûne bi rengekî eşkere hatiye destnîşankirin.
Ev wezîfe jî ew e in ku yekîneyên deryayî û hewayî li herêma ku weke ‘qada şano ya berfireh’ hatiye pênasekirin çavdêriyê bikin, ‘hebûna Fransayê bi rengekî şênber nîşan bidin’ û ‘dema ku hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin’ bikevin dewrê.
DI HEDEFÊ DE TIRKIYE HEYE
Bi rengekî eşkere nehatibe ragihandin jî di hedefa hêzên deryayî yên Fransayê de Tirkiye heye ku mehên dawî hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne, karên lêgerîna gaza xwezayî li herêmê dimeşîne û Yewnanistanê sor dike.
Tirkiyeyê dawiya meha Cotmehê li rojhilatê Derya Spî li peravên Qibris û Yewnanistanê bi keştiyên xwe yên Orûç Reîs, Ataman û Cengîz Han dest bi karê lêkolîna sîsmîk û sondajê kiribû.
Fransayê beriya niha gelek caran li dijî vê hewldana provokatîf a Tirkiyeyê ya binpêkirina hiqûqa navneteweyî, ragihandibû ku ew bi Yewnanistan û Qibrisê re ne.