Bi desteka Rûsya û Îranê rejîma Şamê xwe hazir dike ku operasyonê bibe ser Idlibê. Welatê Rojavayî dengê xwe li rejîmê kirin. Konseya Ewlekariyê ya NY’yê bi rojeva ‘rewşa însanî’ ya Sûriyê wê heftiya were rûne.
DYA, FRANSA Û INGÎLTERE DAXUYANIYA HEVPAR DAN
DYA, Fransa û Qralîyeta Yekbûyî bi daxuyaniyeke hevpar gotin ew ji operasyoneke leşkerî ya bi ser Idlibê de bi ‘fikarên kûr’ in.
Endamên domdar ê Konseya Ewlehiyê ya NY’yê bal kişandin ser encamên însanî ya operasyoneke wiha û gotin, ‘’Em dixwazin binê wê xêz bikin, li ser dibêtiya ku dîsa çekên kîmyewî werin bikaranîn em pir bifikar in’’. Her sê welatan jî gotin, ‘’Heke rejîma Esad çekên kîmyewî bi kar bîne em ê biryardariya xwe ya li ser tevgerbûnê bidomînin’’. Her sê welatan her wiha gotin, weke ku berê nîşan dabûn, ‘’li dijî hemû bikaranîna çekên kîmyewî bi rengekî guncan wê bersivê bidin’’.
Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Serokê DYA’yê Donald Trûmp John Bolton got, heke rejîma Sûriyê li Idlibê çeka kîmyewî bi kar bîne ew ê ‘bersiveke tund’ bidinê. John Bolton ê li Qudsê axivî got ew hêvî dikin êrîşên DYA’yê yên beriya niha yên li ser Sûriyê bi wê bandorê bin ku rejîma Sûriyê careke dî wiha neke. Bolton bi rengekî vekirî li ser mijara çekên kîmyewî dengê xwe li rejîma Şamê kir û got, ‘’Heke rejîma Sûriyê çeka kîmyewî bi kar bîne em ê bersiveke tund bidinê’’. Bolton lê zêde kir, ‘’Beriya ku biryarek were standin gavekê divê baş lê bifikirin.’’
ÊRÎŞÊN BI SER REJÎMÊ DE
DYA, Fransa û Qralîyeta Yekbûyî 14’ê Nîsana 2018’an bi koordîne êrîşek bi ser rejîma Sûriyê de biribûn. Îdîaya bikaranîna çeka kîmyewî ya li nêzî Şamê Dumayê bûbû hinceta vê êrîşê. Sûriyê ragihandibû ku sê deverên bi ser bernameya çekdarbûna kîmyewî hatine bombekirin.
LONDRA HÊDÎ HÊDÎ JI IDLIBÊ VEDIKIŞE
Li gorî nûçeya rojnameya Ingilîz The Tîmes a bi dîroka 21’yê Tebaxê hikûmeta Ingilîz wê bernameya destekdayinê ya li herêmên Sûriyê ku bi rengê ‘serhildêr’ tê binavkirin, kêm bike. Qralîyeta Yekbûyî xebatên xwecih ên li herêma Idlibê finanse dike. Rayedarên DYA’yê jî Gulanê ragihandibûn ku ew ê nema alîkariya mirovî bidin herêma Idlibê.
Ev herêmên ku bi rengê ‘serhildêr’ têne binavkirin di kontrola El Nusra û hevkarên wê de ne. Ev komên çete jî rasterast ji hêla Tirkiyê ve têne destekkirin.
HERÎ PIR WÊ BANDORÊ LI TIRKIYÊ BIKE
Ji operasyoneke pêkan a li ser Idlibê bi wateya rastî herî pir Tirkiye fikaran dike. Tirkiye ji bo ku pêşî li operasyonê bigire bi taybetî di ser Rûsyayê re kêferatan dike. Hedefa li Idlibê ew çete ne ku rasterast ji hêla Tirkiyê ve têne destekkirin. Tirkiye ji gelek hêlan ve wê ji operasyonê bibandor bibe. Li hêlekê desteka wê ya li çeteyan wê bibe hedefa operasyonê li hêla dî jî dibe ku bi sed hezaran kes koçî Tirkiyê bikin.