Operasyona artêşa Iraqê ya li ser sînorê Sûriyeyê ku li dijî DAÎŞ’ê tê kirin bi dawî dibe. Hêzên Şengalê jî tevlî operasyonê bûne.

Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê ragihand, operasyona ku 7’ê Tîrmehê li herêmên navbera Selahaddîn, Mûsil û Enbarê û heta sînorê Iraq-Sûriyeyê ku ji bo paqijkirina herêmê ji DAÎŞ’ê dest pê kiriye li ber bidawîbûnê ye.

Hêzên “Nûsrel Mubîn Ewel” û “Nûsrel Mubîn Tinên” ên ji Şengalê jî tevlî vê operasyona artêşa Iraqê bûne.

BI RENGEKÎ SERKETÎ DIDOME

Li gorî agahiyan, operasyona ku 7’ê Tîrmehê dest pê kir ber bi dawiyê ve diçe. Hate ragihandin, di operasyonê de ku çar roj in didome têkoşîneke mezin li dijî DAÎŞ’ê tê dayin û operasyon bi rengekî serketî didome.

Hêzên Nusrel Mubîn Ewel û Nusrel Mubîn Tinên ji roja ku ferman li Şengalê rabû û vir ve tevî hêzên YBŞ-YJŞ’ê têdikoşin. Her du hêzên ku 5 sal in li Şengalê têdikoşin di şerê dijî DAÎŞ’ê de gelek şehîd dane.

Nusrel Mubîn Ewel û Nusrel Mubîn Tinên hêzên herêmî yên Şengalê ne û demeke dirêj li gelek qadan têkoşiyan.

HÊZÊN TEVLÎ OPERASYONÊ BÛNE

Di operasyona dijî DAÎŞ’ê de hêzên Heşdî-Şabî, Heşd Aşaîrî, hêzên hewayî yên Iraqê, hêzên koalîsyonê, hêzên Nusrel Mubîn Ewel û Nusrel Mubîn Tinên hene.