Hate ragihandin, tevî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci, 4 kesên din jî hatine destgîrkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê de 8’ê Hezîranê li Wanê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn û 4 kesên din hatin destgîrkirin.
Mûstafa Avci, Zehra Guçen, Dilşa Kocakaya, Gazal Dîlek û Tulay Demîr 3 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Kocaeliyê ne.