Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li 6 bajaran bi hemwext operasyona hatin kirin. Di operasyonan de bi kêmanî 49 kes hatin destgîrkirin.
ÊLIH
Vê sibehê polîsan avêtin ser gelek malan. Piştî lêgerîna li malan Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Nîzamettîn Togûç jî di nav de 8 kes hatin destgîrkirin.
8 kes birin Midûryeta Emniyetê ya Êlihê.
RIHA
Vê sibehê li taxa Baglarbaşi ya Halîliyeya Rihayê polîsan girtin ser mala rêveberê Rêxistina Bajêr ê Rihayê yê HDP’ê Mahmût Kiliç. Polîsan dest danîn ser komputer û telefona endamên malê.
Li taxa Karaotlak a navçeyê jî jendirmeyan girtin ser mala ciwanê bi navê Resûl Şeker. Şeker ji ber hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî hate destgîrkirin.
ENQERE
Vê sibehê polîsan avêtin ser mala malbata Ethem Sarisuluk ê ku di berxwedana Geziyê de hatibû qetilkirin. Polîsan li nava malê saxtî kirin û diyar kirin ku ew li Mûstafa Sarisuluk digerin ê ku niha li Ewrûpayê ye.
Nivîskar Temel Demîrer jî li Stenbolê hate destgîrkirin. Hate diyarkirin ku di vê çarçoveya vê operasyonê de Asli Bayramoglû û Heval Elçî jî hate destgîrkirin.
WEZARETÊ DAXUYANÎ DA
Wezareta Karê Hundir têkildarî operasyonê daxuyanî da û ev agahî parve kir: “Di oparsyonên li Êlihê Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Nîzamettîn Togûç jî di nav de 8 kes, li Agiriyê 25 kes, li Enqerê 5, li Mûşê 1, li Mêrdînê 1 û li Rihayê jî 9 kes bi giştî 49 kes hatine destgîrkirin.