Di operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP-MHP’ê de rêveberên TJA û Komeleya Jinê ya Rosa jî di nav de gelek jin hatin destgîrkirin.
Di çarçoveya lêpirsînekê de ku ji Amedê tê birêvebirin, polîsên Tirk avêtin ser malên aktîvîstên Tevgera Jinê ya Azad (TJA) û Komeleya Jinê ya Rosa. Serdegirtin serê sibehê saet di 04:00 de pêk hat û bi saetan li malan lêgerîn kirin.
Li navçeya Karakopru ya Rihayê di sergirtinê de endama damezrîner a Komeleya Jinê ya Rosa Narîn Gezgor, li Amedê jî endama damezrîner a Komeleya Jinê ya Rosa Ayla Akat Ata, Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Adalet Kaya û aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek hatin destgîrkirin.
Narîn Gezgor a li Rihayê hate destgîrkirin piştî kontrolên tenduristiyê wê bibin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.
Tê gotin ku hejmara jinên di operasyonê de tên destgîrkirin dibe ku zêde bibe.