Bi derfetên kêm û bi otobusek xurde, otobusa Berxwedana Serdemê çêkirin û tekez dikin ku dê bi wê otobusê vegerin Efrînê. Otobusa ku bi wêne û çanda Efrînê hatiye xemilandin cara yekemîn beşdarî meşekê bû.
Her ferdek ji şêniyên Efrînê yên ku dewleta Tirk a dagirker ew ji warê wan derxistine û berê xwe dane Şehbayê, bi rêbazên cuda hezkirina xwe ji Efrînê re rave dike. 15 pîşesazên Efrînê tiştek ji valahiyê çêkirin û bi `Otobusa Berxwedana Serdemê` bi nav kir.
Şêniyên Efrînê di ravekirina têkoşîna xwe ya domdar de ji bo vegera warên xwe tiştan diafirînin.
Pîşesazên Efrînê otobusek xurde li gundekî ji gundên kantona Şehbayê dîtin. Parçeyên guhertinê yên pêwîst ji erebeyên xurde peyda kirin û jê Otobusa Berxwedana Serdemê çêkirin. Bi vê yekê isbat dikin ku afirandin û vîn her tiştî çêdike.
Pîşesazan otobus bi wêneyên Efrînê, cihên dîrokî mîna Nebî Hûrî û Tilê Endarê tevî wêneyên darên zeytûnê, şikeftên Efrînê û şênî di nav zeviyan de dixebitin, xemilandin. Li pêşiya otobusê jî wêneyek ku şênî nîşaneya serkeftinê hildane û nivîsên `Berxwedana Serdemê` û `Efrîn bûka Kurdistanê ye` daliqandin.
Luqman Elî yê ku beşdarî çêkirina otobusê bûye got, ew otobusê diyarî şêniyên Efrînê û malbatên şehîdan dikin û wiha domand: “Me tiştek ji tunebûnê çêkir, di her şertekî de em ê têkoşîn bikin.”
Umer Hesen ê ku beşdarî xebatên çêkirina otobusê bûye destnîşan kir ku dê bi wê otobusê vegerin Efrînê û spasiya hemû kesên ku otobus çêkirine kir. Hesen tekez kir ku ev otobus dê di pêş tevahiya çalakî û boneyan de be.
Otobus cara yekemîn beşdarî meşa ku li kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî başûrê Kurdistanê, Şehba û binpêkirinên wê li Efrînê hatibû organizekirin, bû.
(şx)
ANHA
