Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku bi hilbijartina Joe Bîden re têkiliyên dostaniya şexsî ya Trûmp êdî bi dawî bûne û got, “Êdî li aliyê din ê telefonê lîderek nîne ku Erdogan ji pêkanînan biparêze.”
Li gorî encamên nefermî yên hilbijartina serokatiyê ya 59’emîn a DYE’yê, namzetê Demokratan Joe Bîden bi ser ket. Parlamenterê HDP’ê û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Hişyar Ozsoy têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.
Ozsoy diyar kir ku Joe Bîden ê di hilbijartinê de bi ser ket, di nava Demokratan de kesekî ku herî zêde nêzî statukoyê ye, nêzî aliyê rast e û bi bîr xist ku namzetên hîn bêhtir li aliyê çepê ne, nekarîn bibin namzet.
Ozsoy anî ziman, ku Bîden di bin navê asayîbûnê de wê hewl bide statukoya demokratîk lîberal a ji nû ve bi cih bike û xisara giran a ku Trûmp li siyaseta sazûmanî kiriye, sererast bike.
Hişyar Ozsoy bi bîr xist, Kamala Harrîs ku siyasetmedareke reş e bûye alîkara serok û ev yek jî xusûseke girîng e. Ozsoy destnîşan kir ku civaka Amerîkayê ya ku di salên 1980’î û 1990’î de depolîtîze bûbû, bi vê hilbijartinê re eşkere bû ku jinûve polîtîze bûye.
‘DI DEMA TRÛMP DE TIŞTEKÎ BI NAVÊ DÎPLOMASIYA SAZÛMANÎ NEMABÛ’
Ozsoy ragihand, Donald Trûmp di nava 4 salan de saziyên Emerîkayê bi giranî belav kir, di têkiliyên bi cîhanê re zehmetî dikişand, bi taybetî li Ewropayê ti lîder nehişt ku pê re nîqaş nekir.
Ozsoy destnîşan kir têkiliyên bi Rojhilata Navîn re bi taybetî jî yên bi Tirkiyeyê re bi rêbaza transaksiyonî û têkiliyên dostaniya şexsî dimeşand û got, “Mînak; Trûmp bi Erdogan re hewl dida di ser têkiliyên du şexsan re dîplomasiyê bimeşîne. Lewma di dema Trûmp de tiştekî bi navê dîplomasiya sazûmanî nema bû. Ne tenê bi Tirkiyeyê re bi lîderên Ewropa û Rojhilata Navîn re jî siyaset û dîplomasiyek ku bi wî re dest pê dikir û bi wî re diqediya hebû. Ev rewş wê bi Bîden re biqede û pêşî li dîplomasiya sazûmanî ya Emerîkayê bê vekirin. Di dema bê de wê saziyên Wezareta Karên Derve, Pentagon, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî xurtir bibin.”
‘ÊDÎ SIYASETA DOSTÊ MIN, WÊ NEBE’
Ozsoy diyar kir ku ev rewş wê bandorê li Tirkiyeyê jî bike û got, “Êdî li aliyê din ê telefonê lîderek tuneye ku Erdogan karibe manîpule bike. Hûn jî zanin, Serokkomar Erdogan timî dibêje ‘Dostê min Trûmp, dostê min Pûtîn’ û bi vî rengî siyaset dikir. Lê belê dostê Erdogan wê êdî li wir nebe.”
‘DI TÊKILIYÊN DYE-TIRKIYEYÊ DE WÊ GUHERTINÊN MEZIN NEBE’
Ozsoy anî ziman ku şaş e mirov li bendê bimînin ku bi Bîden re guhertinên mezin bibe û bi bîr xist ku têkiliyên DYE-Tirkiyeyê têkiliyeke ji 80 salî ye.
Ozsoy diyar kir ku sîstema mayînde ya Emerîkayê wê Tirkiyeyê zû bi zû danîne aliyekî û anî ziman ku Tirkiye aktorekî girîng ê herêmî ye, hîn jî hêzeke NATO’yê ye, endama Konseya ewropayê ye û bazareke girîng a aboriyê ye.
Ozsoy got, “Şaş e ku mirov bêje, Bîden hat wê bi Erdogan re şer bike, aloziyê mezintir bike. Bi dîtina min, mîna her desthilatdariyê wê destpêkê hewl bide rûpelekî nû veke. Wê hewl bide şert û mercên danûstandina bi Erdogan re ava bike. Ji Tirkiyeyê ji xwe peyamek hate ragihandin ku amade ye bi Bîden re bixebitin. Rêveberiya Bîden wê di nava çend mehan de hewl bide giraniyê bide ser qenalên dîplomatîk, lê belê di navbera Tirkiye û Emerîkayê de pirsgirêkên giran ên bingehîn çêbûne û wê bi hêsanî li ser wan nikaribin li hev bikin. Mijara S-400, Doza Halk Bank, polîtîkaya Emerîkayê ya li Sûriyeyê, mîna van gelek mijar di navbera herdu aliyan de cihê nakokiyê ne ku li ser li hev nakin. Lewma wê hem Bîden hem jî Tirkiye wê çend mehên destpêkê hewl bidin giraniyê bidin ser dîplomasiyê, lê belê dibe ku piştre li ber hev rabin.”
‘TIFAQA BI KURDAN RE WÊ DEWAM BIKE’
Ozsoy nêzîkatiya gengaz a rêveberiya Bîden a li mijara Kurd jî nirxand û anî ziman, ku Bîden meseleya Kurd nas dike, bi Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û siyasetmedarên li wir re xwedî têkiliyeke nêz e.
Ozsoy bi bîr xist ku dema ku Bîden alîkarê serok bû, Emerîkayê dest li Kobanê werda, li wir bi Kurdan re tifaqa li dijî DAÎŞ’ê ava kir û anî ziman ku Bîden Tirkiyeyê jî ji nêz ve nas dike.
Ozsoy diyar kir ku ji fikrên şexsî yên Bîden wêhdetir, Emerîka ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî demeke dirêj e hewl dide di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de lihevkirin û nêzîhevbûnê teşwîq bike.
Hişyar Ozsoy di dawiya axaftina xwe de ev tespît kir, “Bendewariyeke zêde ya ji Bîden nerast e. Ji ber ku Bîden di dema Obama de 8 salan alîkarê serok bû û wê demê jî di têkiliyên bi Kurdan re gelek pirsgirêk hebûn.”